Skip to main content

Di Kolonyalîzma Osmaniyan de Berxwedan, Sirgûn û Seriyekî Jêkirî: Mala Xeto

Dara Demiralp 2026-03-04

Di roja îroyînde dîroknivîsîn ber bi vegotinên takekesî ve diçe. Bi vê re têkildar, pêwendiyên di navbera vegotinên takekesî yên Kurdan de bi xwe re dîroknivîsîneke nû diafirîne. Em behsa wan vegotinan dikin ku di herêmî de asê mane, lê wekî parçeyekî jiyana rojane berdewam dikin. Ji ber vê yekê, şopandina vê rêyê dikare bibe yek ji rêyên herî bi bandor ji bo jiholêrakirina parçebûna di mîrasa dîrokî û çandî ya Kurdan de.

Îro ji her demê bêtir pêdivî bi nivîsandina wan vegotinan heye ku di bîra / hefizeya civakê de cih girtine. Di vî warî de, bîranîn ne tenê vegerandina rabirdûyê ye; di heman demê de rêyek e ji bo watedarkirina niha. Bîrkirin ji kiryareke takekesî zêdetir diyardeyeke civakî ye; çarçoveya civakî ya em tê de ne şekil dide bibîranîna me ya rabirdûyê. Ji ber vê yekê, bîrkirin bi tu awayî ne tenê bîrkirin e: Ew her tim pêvajoyeke hilbijartin, ji nû ve avakirin û şîrovekirina nû ye.

Wêrankirin, travma û bêdengiyên mezin ên ku di dîroka me ya nêzîk de pêk hatine, di navbera ji bîr kirina civakî û bîranîna çandî de asê mane. Ev tengezarî li ser erdnîgariya Kurdan hê xurttir e. Windahî, wêranî û şerên ku rûdane pirê caran nehatine tomarkirin, lê belê li şûna wê bi vegotinên devkî û bêdengiya nifşekê hatine ragihandin. Ji ber vê yekê em dikarin vê bîra devkî hem wekî formeke berxwedanê û hem jî wekî qadeke bêdengiyê ya ku bi demê re belav bûye pênase bikin.

Xwezaya perçebûyî ya van vegotinan dema ku ji nifşekî derbasî nifşê din dibin, şêweyê xwe diguherîne. Mînak, hin bûyerên ku di zarokatiya min de wek çîrok ji min re hatibûn vegotin, bi demê re sînorên vegotina şexsî derbas kirine û di hişê min de veguherîne şêweyeke din a bîranînê. Ev çîrokên ku di temenekî zû de şopên wê li ser laşê min hatibûn nexşandin, piştî salan bi serpêhatiyên din re li hev ketin û min hewcedariya wê yekê hîs kir ku tiştên ku ez dizanîm wan ji nû ve şîrove bikim. Bi vî awayî, berpirsiyariya axaftina ji nû ve ango axaftina li ser navê yên ku bêdeng dimînin, derket holê. Bîranîn, şêweyekî têkiliya exlaqî ye ku bi rabirdûyê re tê danîn. Ev têkilî ne têkoşîna teqez an jî efûkirin e, lê belê wêrekiya wê yekê ye ku mirov bihêle rabirdû xwe bera nava dema niha bide. Bi demê re, ev berpirsiyariya bîranînê veguheziye deynê jibîrnekirinê. Ev gotar ji ber hesta deynekî bi vî rengî çêbûye.

Gava ku ez çîroka malbata xwe, ya ku bi nifşan bi devkî hatiye veguhestin, cara yekem bi awayekî berfireh dinivîsim, ez hewl didim ku hem di nav bîra xwe de û hem jî di nav wê bêdengiya ku ji min re bûye mîrate de kûr bibim. Ew çîroka malbata min a ku bi devkî ji nifşekî bo nifşekî din dihat vegotin, min ji hêlekê ve bi lêkolîna arşîva malabatê re û bi hêlekê ve jî bi saya belgeyên ku min ji arşîvên Osmaniyan bi dest xistin min temam kir. Bi vî awayî, min hewl da ku şopên belavbûyî yên vê bîranînê bikim yek perçe û ji aliyê xwe ve çîrokê temam bikim.

Divê em bibêjin ku çîroka Mala Xeto ne tenê çîroka malbateke wisaye ku di çaryeka dawî ya sedsala 19an de desthilatdariya împaratoriyê red kiriye, ev çîrok ji vê gelek zêdetir e. Nakokiya malbatê ya bi Osmaniyan re sînorên serhildaneke feodal derbas dike û formên destpêkê yên hişmendiya siyasî ya Kurdî di nava xwe de dihewîne. 

Mîrateya Mala Xeto piştî bi nifşekê şûnde bi destê bi dehan kesan yen mîna Xalid Begê Cibrî, Selîm Beg, Reşîd Beg, Sedîyê Telhe, Mihemedê Xelîlê Xeto û Mihemedê Evdîyê Xeto ve guherî. Mala Xeto pirsgirêka ax û rûmetê ya ku ji bav û kalên xwe mîrat girtibû, veguherand protestoyeke siyasî ya li dijî desthilata navendî ya netewe-dewleta Tirk a nû ku piştî Osmaniyan derketibû holê. Ev pirsgirêk êdî ne berxwedaneke feodal a malbatekê bû, lê belê bû daxwaza gelekî ya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe. Komîteya Îstiqlala Kurdistanê ev mîrateya dîrokî veguherand bername û şêweyekî rêxistinî.

Kevneşopiya Mala Xeto ya berxwedana li dijî desthilatdariyê, dema ku bi daxwaza wekheviyê ya civaka nûjen re hate ba hev, hişt ku ji nav mîraseke arîstokratîk hişmendiyeke neteweyî derkeve holê. Helbet, ev derketin bi êş bû. Di sala 1921an de, dema ku Komîteya Îstîqlala Kurdistanê hate damezrandin, bi hebûna bi dehan malbatên mîna Mala Xeto û rûsipiyên civakê weke bîreke dîrokî ji nûve derket holê. Di vê pêvajoyê de, neviyên Mala Xeto serîhildan, lê vê carê ne ji bo rûmeta xwe, ji bo rûmeta gelekî çek hilgirtin. Bi vî awayî, ew beşdarî avakirina destpêka nûjen a dîroka Kurdan bûn. Îro, şopandina vê xetê ne tenê nihêrîna li çîroka malbatekê ye; ew têgihiştina wan aloziyan e ku nasnameya neteweyî ya nûjen li Kurdistanê jê derketiye. Xwesteka meydanîxwendina dewletê, ku di berxwedana Mala Xeto ya li dijî Osmaniyan de hatibû hîskirin, dê di seranserê sedsala 20an de bi awayên cuda lê bi heman cewherê dîsa derkeve holê.

Ev gotar, ku di çarçoveya vê tiştî de hatiye nivîsandin ku dê hewl bide xalên werçerxanê yên salên 1880 û 1915an di navbera Mala Xeto û Împaratoriya Osmaniyan de pêk hatine bişopîne û rave bike bê ka çawa têkoşîna malbatekê ji bo parastina rûmet û axa xwe, veguherî hişmendiyeke berxwedanê ya kolektîf a di nav gelekî de. Armanc ne tenê vegotina mijareke gengeşî ya ji rabirdûyê ye, lê belê ew e ku eşkere bike ka ruhê serhildana kevneşopî, yê ku rehên xwe di bingeha feodal de çêkiriye, çawa rê li ber şiyarbûneke neteweyî ya nûjen vekiriye û nîşandana şopên vê pêvajoyê di bîra me ya hemdem de ye.

Mala Xeto

Xeto di sala 1813an de ji dayik bûye. Her weha Xeto li herêmê (Erzîrom, Çewlîg, Mûş) yek ji keseyatên herî girîng û navdar ê Xelîlan bû. Xelîlan bavik e û serbi Eşîra Siwaran e ku girêdayî Konfederasyona Cibran e. Li gorî sîstema îdarî ya Dewleta Osmaniyan Xeto li gundê Qerxebazara navçeya Kanîreşa Çewlîgê ji dayîk bûye. Qerxebazar wê demê serbi bajaroka Oxnûta navçeya Gornîgê bû ku ew jî serbi senceqa Dara Hênê (Genç) a parêzgeha Bedlisê bû. 

Xeto kurê Mehmet Axa ye û 11 xwişk û birayên wî hebûn: Elî, Seît, Seyfî, Sedî, Silêman, Hesen, Xelîl, Mesût, Osman, Omer û Derdê.  Her weha di heman demê de Xeto apê serokê Komîteya Azadiya Kurdistanê Xalid Begê Cibrî ye. Her çend dîroka teqez a mirina Xeto ne diyar be jî, tê pêşbînîkirin ku ew heta destpêka salên 1890î jiyaye. Lêbelê di tomarên Dewleta Osmanî yên sala 1848an de ji bo Xeto weha hatiye gotin: 35 salî ye, ne kin e û ne dirêj e, simbêlê wî reş e û cotkar e. Xeto bi Hevsê re dizewice. Hevsê jî ji şaxa Temiran a Eşîra Siwar e. Di serdema Osmaniyan de dibin yek ji malbatên herî dewlemend ên herêmê. Weke Xeto, Hevsê jî li herêmê tê zanîn û kesekê navdar e û jinek porsor, bejin bilind û bedew bûye. Ew di qonaxa ku tê de dijîya him di bîra civakî de him jî di bîra malbatî de weke jinek zîrek û wêrek dihat zanîn.

Ji Xeto û Hevsê pênc zarok çêbûn e. Navê wan Ebdurehman, Xelîl, Ehmed, Evdî û Tahir e.  Lêbelê Ebdurehman bi zaroktî dimire. Kurên din ên malbatê Xelîl, Ehmed, Evdî û Tahir jî li cihên cuda yên herêmê bicih bûbûn û dihatin nasîn. Di salên 1880î de li herêmê ji ber ax û erdê di navbera wan û Dewleta Osmaniyan de pirsgirêk rû didin.

Her çiqas Xeto ji eşîreke mezin û sîstemeke axatiyê hatibe jî, wî di tevahiya jiyana xwe de ji xwe re negotiye “Axa” û nehiştiye ku kesên din jî jê re wisa bibêjin. Berevajiyê vê, li erdnîgaraya ku lê dijiya bi awayekî berbelav jê re digotin “Mala Xeto”. Di arşîvên Dewleta Osmaniyan de derbarê wî de gelek belge û zanyarî hene. Di belgeyan de pirê caran ne li ser eşîrê weke keseyatek serbixwe hatiye tomarkirin. Pêwendiyeke ne aştiyane a Xeto û malbata wî bi Dewleta Osmaniyan re hebû. Di gelek çavkaniyan de Xeto û malbata xwe wekî “Hatoogullari” an go “Qebîleya Xeto” dihatin binavkirin. Navê “Hatoogulları” ji ber kurên Xeto, Xelîl, Ehmed, Tahir û Evdî dihat bikaranîn.

Mala Xeto ne tenê di nav dewletê de, lê her weha bi rengekî ji eşîrên ku pê re têkildar in jî cuda bû. Dibe nîşana herî girîng a vê yekê, helwesta Mala Xeto di dema avakirina Alayên Hamîdiyê bû. Wek mînak, çar Alayên Hemîdîyeyê, ku di sala 1891ê de ji aliyê Siltan Abdulahamidê II. ve hatibûn damezrandin, ji Eşîra Cibran hatibûn avakirin. Ev jî Alayên 31, 32, 33 û 36 bûn. Belavbûna van alayan li herêmê wiha bû: Alaya 36an li navçeya Oxnutê li navçeya Gornîgê bi cih bûbû; Alayên 31emîn û 33yemîn li Vartoyê bûn; Alaya 32yemîn li Şîrazê hate damezrandin, ku ji aliyê îdarî ve girêdayî navçeya Xinûsê ya Erzîromê bû. Kesên jêrîn wek qeymeqamên van alayan hatin tayînkirin: Îbrahîm Beg li Vartoyê, Mehmut Selîm Beg li ser xeta Varto–Xinûsê, û Xalid Beg (Oxnut) li Gornîgê. 

Nakokiyên di navbera Mala Xeto û Împaratoriya Osmaniyan de  

Dîroka nakokiyên Mala Xeto bi Împaratoriya Osmaniyan re li herêmê vedigere salên 1880-1887an. Birokrasiya herêmî ya Osmaniyan ji ber pirsgirêkên erd û milkê destwerdana karûbarên Mala Xeto kiribû, ji ber vê yekê malbatê dest bi berxwedanê kir. Bi rastî, di van pêvajoyên dîrokî de, wateya axê li Kurdistana ne tenê milk e; mîna ku Eric Wolf di nav cotkarên Rûs an Viyetnamî de dît, ax mekan, civak, nifş û rûmetê ye. Dema ku dewlet dest datîne ser vê axê, pirsgirêk ne tenê ya bac an desthilatê ye, lê dibe ya hebûnê jî. Mala Xeto jî ji bo parastina vê qada hebûna li dijî împaratoriya kolonyal li ber xwe dide. Ew, cîhana rewa ya xwedîderketina li axa xwe ya li hember desthilata împaratoriyê diparêzin.

Sedemên siyasî û îdarî yên taybet hene ka çima Mala Xeto û malbatên din ên bibandor ên mîna wan di van salan de li herêmê ji aliyê desthilatiya Osmaniyan ve hatine tepeserkirin. Di vê serdemê de, Abdulhamidê II. hewl da ku têkiliyeke siyasî ya nû di navbera Kurdan û Împaratoriya Osmaniyan de deyne. Ji ber ku Împaratoriya Osmaniyan, şerê 93an (1877-1878) wenda kiribû û li Balkanan serweriya xwe bi piranî ji dest dabû. Piştî vê geşedanê, împaratorî di nav veguherîneke mezin a demografîk û erdnîgariyê re derbas bû û tenê li Anatolya û Nîvgirava Erebî asê ma. Di lêgerîna hevsengiyeke nû ya hêzê de, Abdulhamidê II. di vê pêvajoyê de xwest ku bi Kurd û Ereban re têkiliyên nû ava bike. Bi taybetî xwest dawî li pevçûnên di navbera Kurdistan û Osmaniyan de pêk hatine bîne ku di navbera salên 1817 û 1880an de rûdane. Her weha xeteke parastinê hem li dijî gefên Rûsyayê hem jî li dijî tiştên ku wê demê bi gelemperî wekî “Fesadiya Ermeniyan” dihat binavkirin, ava bike. Di vê heyamê de, hikûmeta Osmaniyan li Kurdistanê operasyonên berfireh ên navendîkirinê pêk anîn ku bi mebesta ji nû ve sazkirina desthilata navendî li parêzgehan. Dewletê otonomiya avahiyên eşîrî yên ku li dijî polîtîkayên navendîkirinê derdiketin dikir hedef û hewl dida ku wan avahiyên xwedî potansiyela xurt a berxwedanê li dijî desthilata xwe, kontrol bike. Bi rastî, destwerdanên Osmanî yên li herêmê bi giranî serketî bûn; di dawiyê de, hevsengiya hêzê ya li herêmê bi destpêkirina projeya Alayên Hamîdiye ji aliyê Abdulhamidê II. ve di sala 1891an de, ji binî ve guherî. Vê destwerdana leşkerî û îdarî, ji nû ve pênasekirina têkiliyên eşîr-dewletê li herêmê, bingeha veguherîna avahiyên hêza herêmî danî.

Nameyên ku di navbera parêzgehên Bedlîs, Erzîrom û Amedê de behsa Mala Xeto dikirin nîşana herî zelal a vê yekê ye. Mala Xeto dest bi avakirina hebûna xwe li deverên cuda yên herêmê kir. Di vê demê de destwerdana li dijî Mala Xeto dest pê kir. Di Nîsana 1887an de, girtina Mala Xeto û lêpirsîna li ser desteserkirina wan hatiye tomarkirin: "Lêpirsîna li ser îstismara ku ji aliyê peyamhilgirê berê yê Bedlîsê ve di mijara desteserkirina zarokên Xeto de hatiye kirin." Her çend ev belge sedemên girtina Mala Xeto an jî navên kesên hatine girtin nabêje jî, wan agahiyên derbarê hûrgiliyên lêpirsînê de dihewîne

Kopiyek telgrafeke ku ji serokatiya Erzîromê re hatiye rêkirin, hatiye şandine ku ji aliyê Mehmed Vefki û Yusuf ve hatiye îmzekirin û tê de derbarê reftar û helwesta nebaş a peyamhilgirê berê yê Bedlîsê di meseleya girtina zarokên Xeto yên ji eşîra Cibirî de şirove û daxwaz hene. Berê derbarê vê mijarê de hin name bi Ofîsa Waliyê Erzîromê re hatibûn şandin û wergirtin. Tê fêmkirin ku ev mesele di dema walîtîya Arif Paşa yê Bedlîsê de qewimiye. Ji ber vê yekê, ji bo wergirtina agahiyan li ser meseleyê, hin pirs ji Arif Paşa hatine pirsîn. Arif Paşa agahiyên pêwendîdar şandine. Li ser bingeha van agahiyan, nameyên berê yên heyî û naveroka telegrafa jorîn, ji kerema xwe agahî bidin ka derbarê vê meseleyê de divê çi tedbîr were girtin.   

Hemû pevçûnên heyî û pirsgirêkên di navbera Mala Xeto, Împaratorî û desthilatdarên herêmî de, di qonaxa avakirina Alayên Hemîdiye de jî her ku diçe zêdetir dijwar û mezin dibin. Di rastiyê de berî avakirina vê artêşê jî di navbera mala Xeto û çend şaxên cûda ên malbatê de cih bi cih pevçûnên piçûk çêdibin. Lêbelê piştî sala 1891an ev pevçûnên piçûk mezin dibin û bi aşkereyî tên kirin. Alayên Hemîdiye ku ji gelek eşîrên herêmê pêk dihat, piştî avabûna xwe li deverên ku lê ye serweriya xwe bi awayeke bi lez saz dike. Li gel vê, aloziyên di navbera eşîran de li herêmê zêde dibin.

Sirgûniya Ji Bo Rodosê: Xelîl û Tahir

Dema ku ev hemû alozî li herêmê hatin hîskirin, Fermandarê Artêşa Çaremîn a li Erzîromê jî ji nêz ve çavdêriya bûyeran dikir. Lêbelê, Artêşa Çaremîn li hember Mala Xeto bi tedbîr tevdigeriya. Her çiqas walîyê Erzîromê Hasan Hayrî Paşa hewl dida ku Mala Xeto tevlî Alayên Hemîdiyeyê bike jî, ji ber aloziyên heyî bi qasî Artêşa Çaremîn bi hişyarî tevnedigeriya. Ji ber vê yekê di navbera Fermandarê Artêşa Çaremîn û Hasan Hayri Paşa de pirsgirêk çêdibe. Waliyê Erzîromê Hasan Hayri Paşa, dixwaze Xelîl û Tahir bi îdiaya ku bi “rêbirên Îranê” re sûcên kuştin û xespê pêk anîne, wan bigire. Dema ku bandora nakokiyan li burokrasiya dewletê dibe, Hasan Hayri Paşa di sala 1891an de ji Mala Xeto Xelîl û Tahîr dide girtin. Dewleta Osmaniyan kes û eşîrên ku serî ji wan re neditewand, dixwest hêzên wan ên herêmî tepeser bike û cezayên wisa bidin wan ku weke mînak bên nîşandan. Ji ber vê yekê biryar da ku Xelîl û Tahir sirgûnî girava Rodosê ya li Deryaya Egeyê bike.  Wê demê, Girava Rodosê giraveke wisa bû ku Împaratoriya Osmaniyan carinan wek girava sirgûnê bi kar dianî. Di sedsalên 17an û 18an de, hin paşa, ulema, şêx û mixalîfên di çav Osmaniyan de bi pirsgirêk in ji bo Rodosê dihatin sirgûnkirin. Her çend ev yek di her serdemeke Împaratoriya Osmaniyan de ne wisa be jî, ev kiryar di bin hin şert û mercên siyasî an îdarî de pêk dihat. Bi taybetî di dema desthilatdariya Abdulhamidê II. (1876-1909) de, hin kes, wek siyasetmedarên girêdayî tevgera “Jön Türk” ji ber sedemên siyasî ji bo cihên dûr ên wekî Rodos an Fîzanê dihatin sirgûnkirin. Lêbelê, Rodos ne wekî Fîzanê cihekî cezayê û sirgûnê dijwar bû; ew bêtir cihekî nîv-binçavkirinê bû.

Di vê serdemê de, Waliyê Erzîromê ji ber helwesta wan û dijberiya wan a li dijî desthilata herêmî ya rejîmê, li dijî Mala Xeto polîtîkayeke ku wan îzole bike dide meşandin. Bi wateyekê din, desthilata herêmî dixwest ku bi Mala Xeto re bîra gundewariya têk bibe. Girtîgeha Taşhan a Erzîromê û Girtîgeha Madena Amedê di nav girtîgehên herî navdar ên serdemê û herêmê de bûn, lê belê li cihê van girtîgehan Girava Rodosê ji bo Mala Xeto wek cîhekî guncaw ê sirgûnê tê dîtin. Ev yek jî nîşan dide ku ev malbat ji bo Osmaniyan pirsgirêkek gelek mezin e. Piştî ku rewşa Xelîl û Tahir bi paytext Stenbolê re nîqaş kir, Waliyê Erzîromê daxwaznameyek ji Parêzgeha Cezayir-i Bahr-i Sefid re şand û daxwaz kir ku ew di bin çavdêriya nezareta zaptiyeyê de ji bo Rodosê werin şandin û di bin çavdêriya leşkerî de werin girtin da ku rê li ber her îhtîmaleke revê were girtin. 

Demeke kurt piştî van geşedanan, Xelîl û Tahir ji bo Rodosê hatin sirgûnkirin. Ev sirgûn bi gelemperî bi şêweyê qelhebendî (girtina di qelheyê de) ango îqameta bi darê zorê pêk dihat. Her çiqas neyê zanîn bê ka kîjan ji vana ji bo Xelîl û Tahir hatiye sepandin jî, piştî sirgûniyê wan demeke dirêj hewl da ku dawî li sirgûniya wan were. Ji ber şert û mercên giravê revîn hema hema ne mumkin e. Di bin van şert û mercan de, Xelîl û Tahir bi berpirsên Rodosê re têkilî datînin û ji bo sirgûniya wan bi dawî bibe bi rêyên dîplomatîk giliyên xwe dikin. Li ser zêdexwaziyên Xelîl û Tahir, berpirsên li Rodosê ji Fermandarê Artêşa Çaremîn û Waliyê Erzîromê Hasan Hayri Paşa re name dişîne. Piştî nameyan Fermandarê Artêşa Çaremîn û  Hasan Hayri Paşa li hev dikin ku sirgûniya Xelîl û Tahir bi dawî bibe. Di 12ê Tîrmeha 1893an de ser mabeyîncî daxwaznameyeke din ji Siltan Abdulhamidê II. re dişîne û tê de diyar dike ku êdî tu sedem ji bo sirgûnkirina Xelîl û Tahir namaye. 

Di van salan de, Mehmut Paşaya kurmamê Xelîl û Tahir, di Alayên Hemîdiyeyê de wek Qeymeqamê Vartoyê kar dikir.  Kurê Mehmut Paşa, Xalid Begê Cibrî ku biraziyê Xelîl û Tahir e, di heman serdemê de li Dibistanên Eşîran ên li Stenbolê xwendekarekî jêhatî û zîrek bû. Berevajî vê yekê, Xelîl û Tahir kesayetên wisa bûn ku rejîma serdema Abdulhamidê II. baş nas dikirin, sîstema îdarî ya Osmaniyan fêm dikirin û li dijî wê helwest digirtin.

Di vê çarçoveyê de, Xelîl û Tahir hewildanên xwe yên ji bo bi rêya dîplomasiyê ji Rodosê birevin didomînin. Ew pirê caran telegrafan dişînin Stenbolê û daxwaz dikin ku siltan wan "ji bo merasîma derketina x sewe yar text" berde. Berî vê yekê di sala 1893an de, ji bo Xelîl û Tahir efûyek tê derxistin û wan ji Rodosê dişînin paytext Bâb-ı Aliyê. Lêbelê, efûya ku ji bo Xelîl û Tahir hatibû derxistin, nayê cîbicîkirin. Di 30ê Tebaxa 1893an de, ser mabeyîncî Sureyya ji Siltan Ebûdûlhemîd II. xwest ku Xelîl û Tahir berde: Her çend efûya ku di sala 1892an de derbarê Xelîl û Tahir de hatibû derxistin ji Bab-ı Ali re hatibû şandin jî, heta îro ev efû nehatiye cîbicîkirin. Ji ber vê yekê, min ew wêrekî di xwe de dît ku ez we agahdar bikim ku berdana Xelîl û Tahir dê li gorî edaleta siltan be.” Lêbelê, Siltan Abdulhmit efûya ji bo Xelîl û Tahir nepejirand û sirgûnkirina wan domand. 

Ev sal bi serdemeke wisa re hevdem bû ku tê de rejîma otorîter her ku diçû tundtir dibû û mekanîzmayên kontrolê xurtir dibûn. Di vê pêvajoyê de, ku desthilata navendî kontrola xwe li ser parêzgehan zexm dikir, zextên li ser çapemenî û siyasetê hem li navenda împaratoriyê hem jî li wîlayetên parêzgehan bi xurtî dihatin hîskirin. Di vê heyamê de, dînamîkên herêmî, bi taybetî têkiliyên di navbera eşîrên Elewî yên ku ne di nav Alayên Hemîdiyeyê de bûn û Hemîdiyeyên Sunî de her ku diçû xiraptir dibûn; rêngê vê ragêşiyê bi taybetî li erdnîgariya Kurdistanê êdî diyar bû.

Înfaz û Teşîrkirin: Evdî

Dema ku Xelîl û Tahir li Rodosê di sirgûnê de bûn, bi belavbûn û mezinbûna Alayên Hamîdiyeyê re, li Kurdistanê tundî û pevçûnên nav eşîran roj bi roj zêde dibûn û ev veguherîbû têkiliyeke asîmetrîk. Bi vê re pevçûn li herêmên cuda belav bûn. Di sala 1894an de bi saya çalakiyên birayên Xelîl û Tahir, Ehmed û Evdî, pevçûna bi Alayên Hamîdiye û Artêşa Çaremîn re zêdetir dibe. Ev ji ber wê yekê bû ku di vê serdemê de desthilata Ehmed û Evdî hebû ku Alayeke Hamîdiyeyê ava bikin. Lêbelê danûstandinên Fermandarê Artêşa Çaremîn berdewam dikin ku Mala Xeto tevlî Alayên Hamîdiye bike. Di vê heyamê de desthilata Alayên Hamîdiyeyê li herêmê qewîm bûye û kes û hêz ji ber wan nikarin bi rehetî tevbigerin û qad li her kesî hatiye tengkirin. Lêbelê, Evdî û birayê wî Ehmed lêgerîna xwe domandin, û piştî têkiliyên destpêkê bi Artêşa Çaremîn re, Evdî û Ehmed li ser damezrandina Alaya Siwarî ya Hemîdiye ya nû nîqaş kirin.

Evdî bejinbilind, porsor, wêrek û 35-40 salî bû. Evdî berpirsiyariya Alayê Hamîdiye ya Çaremîn girt ser xwe û di Nîsana 1894an de bi berpirsê Artêşa Çaremîn a Erzîromê re civînek li dar xist da ku Alayekî nû ya Siwariya Hamîdiye ava bike. Lêbelê di vê serdemê de, kevirê genim ê bazirganekî Ecem li nêzî gundê Aşxaleyê, ku di bin desthilata Erzîromê de bû, tê dizîn. Her weha vê bûyerê dikin sitûyê siwarên ku di bin kontrola Evdî de ne.

Sê sal berê, di sala 1891an de birayên Evdî, Xelîl û Tahir ji bo tevlîbûna Alayên Hamîdiye gotûbêj bikin berbi Erzîromê birêketibûn. Lêbelê, ew bi pêkanîna çalakiyan li herêmê bi rêbirên Îranî re hatin tawanbarkirin û piştre hatin sirgûnkirin. Sê sal şûnde, Evdîyê ku hewl dida biçe Erzîromê, bi tohmeteke bi heman rengî re rûbirû bû. Li ser vê yekê Emîn Beg, fermandarê Alaya Erzîromê tevî nêzîkî bîst siwarên rêkûpêk û komek jendermeyan ji bo bûyerê lêbikole ji Erzîromê ber bi gundê Qerxebazarê birêket ku Mala Xeto lê dijiya. Di rê de bi 23 siwarên rêkûpêk ên di bin fermandariya Lîwayên Mistefa û Hafiz Efendî yên ji Alaya 24an de, hêzên xwe kirin yek.

Tîma siwariyê û cendirmê wek beşek ji lêpirsînê gihîşt gundê Qerxebazarê. Di lêpirsîna li gund de ti delîl dernakeve holê. Di belgeyên lêpirsînê de herwiha daxuyaniyên lihevnehatî hene. Di destpêkê de, di belgeyên lêpirsînê de tê gotin ku bûyer li gundê Aşqaleya Erzîromê qewimiye, lê paşê di belgeyên lêpirsînê din de tê gotin ku dizî li gundê Xinûsa Erzîromê, pêk hatiye. Her çend ev rewş burokratên herêmî sergêj dike jî, lêpirsîn berdewam dike. Lêbelê, tîma lêpirsînê nikare Evdî an jî yek ji siwariyên wî li gund bibîne. Bi dehan cendirme dest datînin ser milk û dewarên Evdî û gundiyên Qerxebazarê û rewşê radigihînin Ofîsa Waliyê Erzîromê. Bi vê re parêzgarê Erzîromê ferman dide ku cîgirên parêzgarên Mûş û Darahênê jî ji bo herêmê werin şandin da ku meseleyê bigihînin encamê. Digel ku cîgirê parêzgarê Mûşê qet serdana gund nake, cîgirê parêzgarê Darahênê nexweşiya xwe wek hincet bi kar tîne û li şûna xwe Tahsin Efendî, rêveberê navçeya Oxnutê ku gundê Qerxebazarê girêdayî wê ye, dişîne. 

Piştî wezîfedarkirina Tahsin Efendî, li gundê Evdî lêgerîn pêk tê, lê ti encam nayê bidestxistin. Ji Evdiyê ku derketiye çiyayan tê xwestin vegere gund û kelûpelên hatiye dizîn radest bike; ew jî tawanbariye red dike û dibêje ku kelûpel ji aliyê Çerkezên endamên Alayên Hamîdiye yên li Tepekoya Vartoyê ne hatine birin. Mulazimên ku bi Evdî re hevdîtin kiribûn jî, ji jinên gund ên ku di vegera xwe de rastî wan hatibûn, agahiyên bi heman rengî wergirtin; van îfadeyan îdiaya Evdî piştrast dikir.

Lêbelê, tevî van geşedanan jî, tîma lêpirsînê dixwaze Evdî bigire. Dema ku ev hewldan bêencam dimînin, çend roj şûnde, di saetên serê sibê de, bi dehan yekîneyên cendermeyan gundê Qerxebazarê dorpêç dikin; ew qasî 500 pez û bizinên ku yên Evdî û gundiyan in, digirin û ji gund derdikevin. Wê rojê, dema ku Evdî vê xeberê dibihîze, dadikeve gund û dibêje ku pez û bizin bi awayekî neheq hatine birin. Bi nêzîkî çil sîwaran re radigihîne ku ew ê hem pezên xwe û yên gund vegerîne. Birayê Evdî, Ehmed û gundiyên Qerxebazarê jî tevlî vê komê dibin. Bi vî awayî, yekîneyeke siwariyê ya nêzîkî şêst kesan li pey artêşa cendirme û siwariyê dikeve. 

Alaya cendirme û siwariyan gihîşt lûtkeya çiyayê gundê Kenber ê li navçeya Gêxîyê, ku çar-pênc saetan ji gundê Qexebazarê dûr e. Evdî û yekîneya xwe ya siwariyê digihîjin cendirme û siwariyê ya ku li wir bi kelûpelên ku ji gund desteser kiribûn, bi cih bûbû. Evdî û birayê wî Ehmed daxwaz dikin ku nobedarên gund xwe ji hêzên ku ji Erzîromê tên, veqetînin. Ev ji ber wê yekê ye ku xelkê Qerxebazarê di nav nobedarên Osmaniyan de ne. Li ser vê yekê, nobedarên gund xwe ji hêzên ku ji Erzîromê tên, vediqetînin. Piştre, li ser fermana Evdî, hinek ji siwariyên Kurd gule li cendermeyên ku parastina dewarên ku birine, direşînin. Fermandarê Artêşa Çaremîn, Emin Beg jî fermanê dide hêzên xwe ku gule li Evdî bireşînin. 

Ji nişka ve şerekî dijwar derdikeve û di dema şer de Evdî ji serî û sîngê ve tê gulebarankirin. Birayê wî Ehmed û gundiyekî din ê bi navê Muhiddin jî di heman şer de birîndar dibin. Dema ku Ehmed û Muhiddin birîndar ji qada şer tên rakirin, Evdî li cihê ku lê hatibû gulebarankirin dimîne. Piştî pênc saetên şer berdewam dike. Piştre siwariyên Evdî paşde dikişin û bêdengiyeke kûr dadikeve herêmê. Fermandarê Artêşa Çaremîn, Emin Beg fermanê dide serçawîşê cendirmeyên xwe Tahir û ji dixwaze serê Evdiyê ku hê nefesê xwe ya dawî nekişandiye, jê bike. Her weha bi vî awayî bêdengiya heyî jî ji holê radibe. Fermana Emîn Beg bi awayekî hovane tê cîbicîkirin: Cendirme Tahir serê Evdiyê ku hîn sax e jê dike û dest bi xwêkirina serê wî dike. Li ser Evdî 27 lîre û saeta wî heye. Efserê cendirmeyan Kamil Beg 27 lîre û saeta Evdî digire û dide cendirmeyên bi navê Halil, İskender û Ahmed. 

Piştî van bûyeran, Fermandarê Artêşa Çaremîn Emin Beg û efserê cendermeyan Kamil Beg serê jêkirî ê Evdî yê xwêkirî bi xwe re dibin. Dîrok13ê Gulana 1894an bû. Wan dest danîn ser nêzîkî pênc sed pez û çêlek û berê xwe dan Erzîromê. 

Helbet serjêkirina Evdî ji encama kuştineke ji rêzê wêdetir e; ew nîşan dide ku ev bûye şahiyeke siyasî, pêşandaneke dewletê ji bo rejîma Osmanî. Ev serê jêkirî mîna semboleke kontrolkirina Mala Xeto û xuyakirina hêza împaratoriyê li parêzgehan e. Ji ber ku desthilata herêmî naxwaze Evdî wek gundiyekî an sûcdarek asayî nîşan bide, lê belê wek hişyariyeke nimûneyî. Nêzîkatiya desthilatdarên herêmî yên împaratoriya kolonyal ji bo birayên Evdî, Xelîl û Tahir jî ne cuda bû. Ew jî ne wek sûcdarên asayî, lê wek kesên xwedî hêz û bandor li herêmê dihatin dîtin û ji ber vê yekê ji bo Rodosê hatin sirgûnkirin. Hemû ev dîmen nîşan didin ku Împaratoriya Osmaniyan ya heremî çawa xwe li ser Mala Xeto ferz kiriye û bi hedefgirtina malbatekê li herêmê hêza xwe nîşan daye. Bi heman awayî, yek ji kiryarên klasîk ên Osmaniyan prensîba berpirsiyarkirina kolektîf a malbatê di rewşên wiha de bû.

Serê jêkirî yê Evdî birin Erzîromê û piştî ku agahiya vê belav bû, bandor jî zêde bû. Piştî ku agahî gihîşt ku Mala Xeto yên li herêmê ji ber mirina Evdî di nav tevliheviyeke mezin de ne. Tevfîk Paşa Fermandarê Alayê 10emîn a Topavêjiyê li Erzîromê, komîteyeke lêpirsînê bi serokatiya xwe ava kir da ku li ser mijarê lêkolînekê bike. 

 

Tirajediya Hevsê: Dizîna Seriyekî Bê Laş

Bandora tawanbarkirina endamekî Mala Xeto Evdî bi diziyê û paşê jî mirina wî, li herêmê mezin dibe. Ragêşî li herêmê herku diçe mezin dibe. Roja din malbata Evdî, siwariyên wî û gundiyên Qerxebazarê û diya wî Hevsê bi hejmareke mezin ji gund derdikevin û diçin cihê ku Evdî lê hatibû gulebarankirin. Piştî çend saetan, ew digihîjin lûtkeya çiyayê li gundê Kenber ê navçeya Gêxîyê, cihê ku pevçûn lê qewimî û laşê bêcan ê Evdî, ku serê wî ji laşê wî hatibû jêkirin, dibînin. Hevsê û kesên pê re li dora laşê kurê wê Evdî kom bûbûn. Dema ku laşê serjêkirî yê kurê xwe dibîne, Hevsê bi xwînsarî nêzîkî laşê bêcan ê kurê xwe dibe. Ew demekê li cem ser termê bê serî yê kurê xwe sekinî û ew kir hêmbêza xwe. Hevsê bêdeng dimîne û li kurê xwe dinêre her weha û girse jî li herduyan dinêre. Bejna mezin a Hevsê wekî siyek ji xwe ya berê diçemise. Piştî bêdengiyeke dirêj û wêranker, Hevsê hêdî hêdî bi alîkariya gundiyên ku pê re ne, laşê kurê xwe dipeçe. Ew hespan amade dikin ku cenazeyê bibin gund û bi rê dikevin. Hê berî ku ew bigihîjin gund, agahîyên mirina Evdî li seranserê herêmê belav dibe û komên siwarên ji gundên cîran tên pêşwaziya meşa cenazeyê. Hevsê şala xwe ji ser serê xwe radike û ber bi gund ve dimeşe, qeytanên hespên ku cenazeyê Evdî hildigirin di destên xwe de digire.

Hevsê bi laşê Evdîyê ku bi baldarî li ser hespê hatiye danîn û bi sedan kesî dorpêçkirî, dikeve gund. Piştî ku Hevsê laşê bêser ê kurê xwe Evdî tîne gund, girse li dora wî kom dibe. Bêdengiya Hevsê vediguhere hêrs û qehrê. Di vê demê de, birayê Hevsê, Îbrahîm Beg, qeymeqamê Alayê Hamîdiye li Vartoyê ye. Ji ber vê sedemê, Hevsê hêrsa xwe li ser birayê xwe Îbrahîm û xizmên xwe vala dike. Ew nahêle ku ew ji bo merasîma cenazeyê kurê wî werin gundê Qerxebazarê. Hevsê li ser xizmên xwe yên ku hem li Oxnut û hem jî li Vartoyê di Alayên Hamîdiye de bûn, wiha dibêje: “Ew bi mehan li pey kurê min bûn. Gava ku ew li pey kurê min bûn, we hemûyan temaşe dikirin. We li kuştina kurê min temaşe kirin. We dizanî bû dê ev yek pêk were. Ji ber vê yekê, yek ji we jî dê neyê merasîma cenazeyê kurê min.” 

Roja din, Hevsê ji malbata xwe û gundiyan re dibêje: “Laşê Evdî li malê veşêrin. Hûn laş li malê veşêrin, heta ku ez serê kurê xwe neynim hûnê nekin axê." Hevsê ji gund derdikeve, çend jinan bi xwe re dibin û li ser hespan siwar dibin. Ew ber bi Erzîromê ve bi rê dikevin û heman şevê dereng digihîjin wir. Roja din, peywira yekem a Hevsê ew e ku li Erzîromê derkeve hemberê Fermandarê Artêşa Çaremîn Mûşîr Zekî Paşa û serê birî yê kurê xwe bixwaze. Lêbelê, êdî pir dereng e. Serê Evdî ji Erzîromê ji bo Erzinganê ji Mûşîr Zekî Paşa fermandarê Artêşa Çaremîn re hatiye şandin. Mûşîr Zekî Paşa di vê serdemê de paşayekî girîng ê Osmaniyan bû û di sala 1878an de pileya wî bo Ferîk (hevsengê lîwayekî sererkanî yê îroyîn) hate bilindkirin. Piştî wezîfeyên xwe yên li Balkan û Trablusê ew bû yek ji kesên herî nêzîk ên xezûrê xwe, Siltan Abdulhamitê II. Di sala 1887an de ew ji aliyê Abdulhemit ve bi pileya Mûşîr hate erkdarkirin û ji bo Fermandariya Artêşa Çaremîn a li Erzinganê hate tayînkirin. Ew bû yê ku bi Siltan Abdulhemitê II. re fikra damezrandina Alayên Hemîdiye pêş xist. Piştî damezrandina Alayên Hemîdiyeyê di sala 1891an de, wî him karê xwe yê di Artêşa Çaremîn de berdewam kir û him jî di heman demê de bû fermandarê giştî yê Alayên Hemîdiyeyê. Mûrsît Zekî Paşa ku di vê serdemê de bi helwesta xwe ya dijî Ermeniyan jî dihat nasîn. Beriya kuştina Evdî ji Alayên Hamîdiyeyê yên ku li herêmê di xizmeta wan de bûn re got, “Serê wî û serên yên mîna wî ji min re bişînin”.  Di dawiyê de daxwaza wî pêk hat û serê birî yê Evdî ji Erzîromê ji bo Erzinganê ji Mûşîr Zekî Paşa re hat şandin. Di rastiyê de diviyabû Evdî sax bigirtana û bişanda Stenbolê, lê bi birîna serê wî, mebest ew bû ku pêşî serê birî ji bo Erzinganê û paşê jî ji bo Stenbolê, ku di wê demê de paytext bû, were şandin. 

Sedema xoykirina serê Evdî piştî jêkirinê ew bû ku ew ê ji bo paytextê bihata şandin; ev yek ji bo wê yekê bû ku di rêwîtiya dirêj de ne rize û bêhn jê neyê. Ev ji ber wê yekê bû ku serî bikaribe wek delîl ji siltan re were pêşkêşkirin ku fermana hatiye cîbicîkirin, li Stenbolê were nîşandan, an jî ji bo tomarkirinê ji tomarkerên bûyeran re were ragihandin. Ji bo vê yekê hem sedemên siyasî hem jî yên sembolîk hebûn. Bi vî awayî împeratoriyê serkeftineke ku di bîra wê de hatibû neqşkirin, dida xûyakirin; di heman demê de wê dilsoziya desthilatdarên herêmî ji navendê re piştrast dikir.

Ji ber vê yekê, împaratorî tenê bi kuştina Evdî ji Mala Xeto têr nabe; ew ji mirina wî zêdetir tişt dixwaze. Ji bo wan ne bes e ku Evdî hatiye kuştin; divê mirina wî were ragihandin, laşê wî perçe perçe were kirin û ji navendê re were şandin. Xwesteka şandina serî bo Stenbolê jî formeke sembolîk a siyasetê ye ku serweriya dewletê ya li ser parêzgehan îsbat dike. Lêbelê diya Evdî, Havsê, li pêşiya vê siyaseta sembolîk disekine. Dema ku dewlet bi şandina serî ji bo navendê nîşana hêza xwe dide, ew jî dest bi hewldaneke dijî demê dike da ku serî bi laşê kurê xwe re bike yek.

Dema ku li Erzîromê ye, agahî digihîje wê ku serê kurê wê ji bo Erzinganê hatiye şandin. Tevî vê yekê li dijî hêrsa dewletê ya li hember kurê xwe, ew bi jin û gundiyên ku pê re ne berê xwe dide Erzinganê. Ew lez dike da ku bigihîje serê kurê xwe û roja din digihîje Erzinganê. Hevsê rasterast diçe Serfermandariya Artêşa Çaremîn û ji leşkerên li ber derî re dibêje ku ew dixwaze Mûşîr Zekî Paşa bibîne. Leşker Zekî Paşa agahdar dikin, ew destûrê dide û hevdîtin pêk tê. Hevsê, bi porê xwe yê sor, bejna xwe ya dirêj û bi awirekî hêrs û westiyayî li ser rûyê xwe, bi du jinan re li kêleka xwe nêzîkî Paşa dibe. Bêyî ku bigirî an xemgîniya xwe nîşan bide, ew diyar dike ku ew dayika Evdî ye û ji bo wergirtina serê kurê xwe hatiye vir. Lêbelê, Zekî Paşa nizane ku mesele bi Evdî ve girêdayî ye. Zekî Paşa pir şaş dimîne dema ku dibihîze Hevsê dayika Evdî ye. Hevsê axaftina xwe didomîne û ji Zekî Paşa re dibêje ku ew heya serê kurê xwe negire wî binax nake.  Piştî demekê Zekî Paşa bi Hevsê re diaxive û jê re dibêje, “Jixwe tenê ji jineke wek te encax serikekî wiha çêba.” Û berê xwe dide leşkerên di bin fermandariya xwe de û dibêje, “Serî bişon, bipêçin, têxin qutiyekê û radestî diya wî bikin.” Heman rojê, leşker serê Evdî dişon û dipeçin û didin diya wî, Hevsê. Bi wergirtina serê jêkirî ê kurê xwe, ew û hevalên xwe ji Erzinganê derdikevin û piştî rêwîtiyeke çend rojî, digihîjin Qerxebazarê. Li gund, girseyeke mezin û hêrs li Hevsê kom dibe. Hevsê serê Evdî hildigire û tê ber laşê wî yê bêcan. Ew laşê pêçayî vedike, serê jêkirî yê kurê xwe datîne kêleka laşê wî yê bêcan. Ew dixwaze wan bi hev re bibîne. Paşê, li ber çavê girseyê, ew bi destên xwe serê kurê xwe bi laşê wî ve didûre. Hevsê pêşî laşê kurê xweyê Evdî dişo, wî di kefenê de dipeçe û paşê bi hevrêtiya girseyeke mezin wî binax dikêe. 

 

Vegera ji Sirgûnê: Xelîl û Tahir 

Salek piştî kuştina Evdî, Xelîl û Tahir hewldanên xwe yên curbecur ji bo bidawîkirina jiyana xwe ya sirgûnê didomînin. Süreyya, serekxezinedarê li Rodosê, her wiha gelek hewldan kirin ji bo misogerkirina efûya Xelîl û Tahir. Di sala 1995an de, bi destwerdana Mûşîr Zekî Paşa, Xelîl û Tahir ji aliyê Abdulhamid ve hatin efûkirin. Lêbelê salên wan ên sirgûnê li Rodosê rê li ber siyaseta nermbûnê ya dewletê vekirin, ku li pey siyaseta wê ya dûrxistinê dihat. Rapora, ku tê de tê gotin ku Xelîl û Tahir dê bi şertê ku di Tabûrên Hamîdiye de bên wezîfedarkirin bên efûkirin, mentiqê pragmatîk ê îstîsmarkariyê yê Împaratoriya Osmanî eşkere dike. Dewletê, ku pêşî bi binavkirina hêza herêmî wekî “rêbirên Îranî” ew ji desthilatdariya wê bêpar hiştibû û sirgûn kiribû, hewl dide ku bi qanihkirina wê ji bo hevkariyê, wê bixe nav aparata xwe ya leşkerî. Ev rewş tê wê wateyê ku malbatê bi temamî otonomiya xwe winda kir û bû hêmaneke nîv-leşkerî ya dewletê. Ji ber vê yekê, hewldana tevlîkirina Xelîl û Tahir bo Alayên Hamîdiye divê ne wekî lihevkirineke parvekirina hêzê, lê belê wekî operasyoneke aramkirinê were fêmkirin, ku tê de dewlet wê hêza ku wekî rêbir îlan kiriye, asîmîle dike û kolonîze dike.

Bi vegera Xelîl û Tahir ji sirgûnê, Mala Xeto ji destpêkê ve, li şûna ku bi xizmên xwe yên di eşîr û gundên derdorê de girêdaneke xurt ava bike, têkiliyeke xurt a ku bi gundiyan re çêkiribû, ji nû ve zindî dike. Ew dixwaze hinek ji milkê xwe yê li herêmê bi gundiyan re parve bike û têkiliyeke hevsengtir bi wan re biparêze. Lêbelê hewldana Ehmedê Xeto ya ji bo belavkirina erdên xwe yên berfireh li ser gundiyan û kirina wan wek xwediyên erd, bi ser nakeve. Ev ji ber wê yekê ye ku gundî naxwazin tapoyên erdê werbigirin. Sedema wan jî ewe ku Împaratoriya Osmaniyan dê di vê rewşê de zêdetir bacê ji wan bixwaze û ew bawer dikin ku ew ê nikaribin vî barê bacê hilgirin.

Her weha Ehmedê Xeto hêrs dikeve, li dijî gundiyan derdikeve û dibêje: "Tevî hemû hewildanên me, kes naxwaze bibe xwediyê erd. Ev tiştê ku herî zêde min hêrs dike ev e. Sibe an du sibe, neviyên we dê li ser vê axê rabin û heqaret li me bikin û bêjin, “Wan tiştek neda bav û kalên me.” Bi rastî, ev nalîna nifşê kal ê gund bi salan e ku gelek caran hatiye gotin.

Gelo Xelîl û Tahir çawa ji mirina trajedîk a birayê xwe Evdî agahdar bûn? Gelo wan ev xeber di salên sirgûnbûna xwe ya li Rodosê de wergirt an piştî vegera malê? Gela dema ew ji bûyerê agahdar bûn çi hîs kirin, bandorek çawa li wan kirin? Di vegotinên devkî û çavkaniyên nivîskî de jî bersiveke zelal ji bo van pirsan tune ye.

Piştî mirina Evdî, ragêşiya di navbera Xelîl, Ehmed û Tahir û rêveberiya Osmaniyan ya li herêmê de berdewam kir. Her sê bira him bi eşîrên herêmî re û him jî bi xizmên xwe yên di nav Alayên Hamîdiyeyê de ne di nav şer de ne. Ev dîrok bi serdema ku pevçûnên eşîrî ji ber hebûna Alayên Hemîdiyeyê di asta herî bilind de bûn re hevdem in.

Her weha di van salan de di nav sînorên bajarokê Oxnutê de, erdên berfireh ên bi navê “Çevreşî” hebûn ku yên Mala Xeto bûn. Ev qada mezin a erdî di navbera Gêxî ku serbi parêzgeha Erzîromê bû û navçeyên Varto û Darahênê yên serbi parêzgeha Bedlîsê de bû mijara gengeşiyan. Di 25ê Sibata 1905an de, erdê ku yê Mala Xeto bû, ji aliyê karbidestên parêzgeha Bedlîsê ve bi awayekî neqanûnî ji Selîm Axayê Hemîdiye, endamê eşîra Cibran, re hat bexşandin. Her çiqas Mala Xeto hewl da ku bikeve navberê, lê hewildanên wan bêfeyde bûn. Piştî dest danîna ser vê axê, Cibriyên Hemîdiyeyî êrişên xwe domandin û bi vî awayî derfet dît ku gav bi gav gundên Qizilbaş ên li herêmê bixin bin kontrola xwe. Eşîrên Cibran û Xormek, ku eşîrên herî mezin ên herêmê bûn, bi awayekî fermî li ser van her du deveran belav bûbûn. Dewleta Osmanî hewl da ku vê pirsgirêka erdî ya ku ji aliyê dabeşkirina îdarî ve dibe sedema krîzê, çareser bike û xwest ku navçeya Xormekê bi tevahî tevlî Parêzgeha Erzîromê bike. Lêbelê, ev rêbaz jî nekarî pêşî li pevçûnên di navbera eşîrên li herêmê de bi cihbûyî bigire. Mala Xeto bi israr hewl da ku erdên xwe yên ku ji aliyê Alayên Hamîdiye ve bi awayekî neqanûnî hatibûn desteserkirin, paşde bistîne. Lêbelê ji ber hebûna Alayên Hamîdiye, saziyên herêmî yên dewletê jî destpêşxeriya xwe winda kirin û hemû hewildanên Mala Xeto bêfeyde man.

 

Mirina Kurên Xeto

Mala Xeto, di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de, bi Alayên Hemîdiye û eşîrên din ên li herêmê bi bandor re dikeve nav têkoşînên demkî ji bo erd û desthilatdariyê. Ev serdem bi hevsengiyên siyasî yên ku bi rêya eşîran li parêzgehên di bin desthilatdariya Abdulhamid de hatibûn danîn, dihat pênasekirin. Xelîl û Tahir di destpêka salên 1900î de li deverên cuda cuda bi burokrasiya herêmî re jî rastî pirsgirêkan hatin.

Di sala 1905an de, Tahir dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Taşhanê ya li Erzorumê. Di vê heyamê de dewletê hewl da ku navendên hêzê yên li parêzgehan bixe bin kontrola xwe. Bi ragihandina Meşrutiyeta II. a di sala 1908an de û hilweşîna desthilata Abdulhemîdê II. di sala 1909an de, hevsengiya siyasî di împaratoriyê de guherî; sîstema Hemîdiyeyê lawaz dibe, di heman demê de meyla ber bi navendîbûnê ve xurt dibe. Di vê serdema nû de, rageşiya di navbera aktorên herêmî û dewletê de derbasî qadeke din bû.

Di salên pişt de ji ber pevçûnên bi eşîran re Xelîl dişînin Girtîgeha Sancaka Madenê ya li parêzgeha Amedê. Tahir li Girtîgeha Taşhanê hat kuştin. Dema ku Xelîl di Girtîgeha Madenê de girtî ye, Şerê Cîhanê yê Yekem di sala 1914an de derdikeve; herêm dibe eniya şerê împaratoriyê li dijî Rûsyaya Çar. Di sala 1915an de her ku şert û mercên şer dijwartir dibin û Xelîl li Girtîgeha Madenê dimire ango tê kuştin.

Bi vî awayî her sê birayên ji Mala Xeto, Xelîl, Evdî û Tahir di salên veguherîna siyasî û şerê împaratoriyê de jiyana xwe ji dest dan. Bi mirina Ehmed a di sala 1909an de, ku ji wê pevçûna ku Evdî tê de hatibû kuştin bi birîndarî filitîbû; çîroka Mala Xeto ya ku ji serdema Siltan Abdulhemitê II. heta Meşrûtiyetê û ji wir jî heta şerê cîhanê dirêj dibe, di qonaxeke dîrokî ya aloz de bi encamên trajik bi dawî dibe.

Encam

Berxwedana ku di navbera salên 1880 û 1915an de Mala Xeto di navenda wê de bû, dikare di çarçoveya serweriya li ser Kurdistanê ya împaratoriyeke kolonyal de were nirxandin. Ev serdem amaje bi serdemeke dîrokî dike ku tê de tevgerên neteweyî yên nûjen hê di erdnîgariya navborî de sazûmanî nebûbûn û têkoşîna siyasî bi rêya avahiyên arîstokratîk ên herêmî, têkiliyên eşîrî û formên kevneşopî dihat meşandin. Di vê çarçoveyê de, berxwedana Mala Xeto, dema ku bi rêxistinên siyasî yên nûjen re tê berawirdkirin, xwedî taybetmendiyeke kevneşopî ye. Lêbelê, ev rewş bandora siyasî ya berxwedana navborî sînordar nake; berevajî wê, ew hêmaneke ku wê ji aliyê dîrokî ve avaker dike.

Nakokiya berdewam a Mala Xeto ya bi rêveberiya Osmanî re, nikare tenê wekî parastina berjewendiyên herêmî were dîtin. Vê berxwedanê dijberiyeke kolektîf afirand ku rewabûna desthilata dewletê red dikir û li ser têgehên ax, serwerî û dadmendiyê hatibû avakirin. Her çend bernameyeke îdeolojîk a modern tunebû jî, ev helwesta berevajî ne bi temamî apolitîk bû; wê gotareke rûmet, wêrekî û heysiyet afirand ku di nav gel de wateyeke siyasî hildigirt. Di vî warî de, têkoşîna Mala Xeto dikare wekî şêweyekî berxwedanê were dîtin ku beriya siyaseta neteweyî ya modern bi pêş ketiye û bingeha wê ya civakî amade kiriye.

Helbet girîngiya dîrokî ya vê berxwedanê nikare tenê bi serdema xwe ve were sînordarkirin. Ev pratîka ku di navbera salên 1880 û 1915an de şêwe girt, bîranîneke siyasî, kevneşopiyeke berxwedanê û di heman demê de ji bo nifşên paşerojê sermayeyeke hişmendiya neteweyî afirand. Dikare were gotin ku redkirina Mala Xeto ya li dijî Împaratoriya Osmanî bipêş xist, li Kurdistanê serpêhatiyeke kolektîf afirand, di demekê de ku gotara neteweyî ya modern hê derneketibû holê û bi vê yekê nîşan da ku xeyalên siyasî yên ne-dewletî mimkun bûn. Ne zêdegavî ye ku mirov bibêje, vê serpêhatiyê ne tenê ji bo rêxistinên modern ên paşê wek çavkaniyeke dîrokî kar kir, lê di heman demê de wek çavkaniyeke siyasî ya mobilîzekirinê ye jî.

Ev berdewamî piştî ku Mala Xeto di sala 1921’an de cihê xwe di nava Komîteya Istiqlala Kurdistanê de girt, bi awayekî berbiçav şêwe girt. Ev beşdarbûn, hate wateya ku xeta berxwedanê ya kevneşopiyê, bû parçeyeke bernameyeke siyasî ya nûjen û neteweyî. Bi vî awayî, forma berxwedanê ya herêmî û pêş-modern a ku ji aliyê Mala Xeto ve dihat temsîlkirin, bû yek ji hêmanên damezrîner ên tevgera neteweyî ya nûjen a Kurd. Bi gotineke din, Mala Xeto ne tenê wek pêşengê dîrokî yê tevgera nûjen kar dikir, lê herwiha wek çavkaniyek ku sermiyana wê ya siyasî xwedî dikir jî.

Lê belê qetlîama ku piştî avakirina Komarê, di sala 1925an de li hemberî vê malbatê hate kirin, bi awayekî eşkere datîne ber çavan ku ev berdewamiya dîrokî ji aliyê dewletê ve çawa dihat dîtin. Ji perspektîfa netewe-dewleta nû-damezrandî, gef li vir ne tenê nerazîbûneke siyasî ya heyî ye, di heman demê de ew kevneşopiya berxwedanê ye ku ji rabirdûyê mîrate maye û di bîra gel de kûr rehên xwe berdaye. Ji ber vê yekê, divê jiholêrakirina tam a Mala Xeto, tevî hebûna wan a di nav Komîteya Istiqlala Kurdistanê de, ne tenê wekî tepeserkirin, lê wekî wêrankirina bîreke siyasî jî were dîtin.

Di vê çarçoveyê de, her çend sala 1925an dikeve derveyî serdema dîrokî ya ku di vê gotarê de tê vegirtin, ew wekî xaleke berbiçav a analîtîk xizmet dike ku çarenûsa xeta berxwedanê ya di navbera salên 1880 û 1915an de hatiye damezrandin, eşkere dike. Mînaka Mala Xeto nîşan dide ku berxwedana neteweyî ya modern li Kurdistanê ne ji valahiyê derketiye holê, lê belê li ser bingeha komkirina formên berxwedanê yên kevneşopî û herêmî hatiye avakirin. Ji ber vê yekê, divê serpêhatiya dîrokî ya Mala Xeto ne tenê wekî rabirdûyeke tepeserkirî, lê belê wekî yek ji sermayeyên siyasî yên damezrîner ên hişmendiya neteweyî ya Kurd a modern were dîtin.

Ji bo Mala Xeto a ku beşdarî berxwedana Kurdî ya nûjen bûn û di sala 1925an de hatin qirkirin, pêdivî bi lêkolîneke cuda heye.

 

  1. Jan Assmann, Kültürel Bellek: Eski Yüksek Kültürlerde Yazı, Hatırlama ve Politik Kimlik, İstanbul: Ayrıntı Yayınları, 2015
  2. Paul Ricoeur, (2012). Hafıza, Tarih, Unutuş, İstanbul: Metis, r. 105.
  3. Türkiye Cumhuriyeti Başbakanlık Osmanlı Arşivi (BOA), NFS, 27662, r. 9
  4. Osmanlı Arşivi (BOA), NFS, 27662, r. 9
  5. Mesut Öğmen, “Aşiret Yapılanması ile Bingöl ve Civarında Bulunan Aşiretler, Bingöl Sempozyumu, II. Oturum.” Arşiv Vesikalarına Göre Bingöl Kolukyumu, Bingöl Belediyesi Yayınları, Îlon 2011, r. 94
  6. Fer Baba Fırat, Dersim’den Varto’ya Bir Yol Öyküsü, Gölgesiz Topraklar, İstanbul: Piya, 2022, r. 81
  7. Sait Sever, “Cibranli Halit Bey’in Hayatı ve Davası Üzerine Notlar”, Kürd Araştırmaları, Hevpeyvîn, 2024
  8. Mahmut Akyürekli, Binbaşı Kasım’ın Hatıraları: Azadî, Şeyh Sait Hakkındaki İfadeleri ve Cibranlı Halit Bey’in Mektupları, İstanbul: Avesta, 2020, r. 128
  9. BOA, DH.MKT. 1415/25, H. 29.07.1304
  10. Eric R. Wolf, 20. Yüzyılda Köylü Savaşları, İstanbul: İletişim, Tebax 2019
  11. Alişan Akpınar, “Osmanlı’nın Kürt Meselesi”, panel, İstanbul: Kıraathane İstanbul Edebiyat Evi, 5ê Nîsana 2024an
  12. BOA, DH.MKT. 1415/25, H. 29.07.1304
  13. Ev lêkolîn xwe dispêre Arşîva Kasım Demiralp (A.K.D). Her çend di arşîvê de lêkolîneke berfireh a dîrokî ya nivîskî an devkî li ser serdem û mijara navborî tune be jî, xwendina berawirdî ya notên perçe-perçe bi belgeyên Arşîva Osmanî re rê li ber analîza dîrokî vedike.
  14. BOA, Y.EE, 139/67
  15. Ali Akyıldız, Osmanlı Bürokrasisinde Sürgün Uygulamaları (XVIII.–XIX. Yüzyıllar). İstanbul: İSAM, 2009
  16. BOA, DH.MKT. 302/16, H. 23.07.1308
  17. BOA, Y.EE. 139/69, H. 18.02.1311
  18. Dara Demiralp, Hevpeyvînên Dîroka Devkî yên Gundê Qerxebazarê. Hevpeyvîna komî, 25 Hezîran - 1 Îlon 2025. Xebata qadê ya nivîskar.
  19. Arşîva Kasım Demiralp (ji vir û pê de A.K.D), arşîva malbatî, Çewlîg, Kanîreş, Gundê Qerxebazarê.
  20. Hevpeyvîna dîroka devkî ya Gundê Qerxebazarê (xebata qadê ya nivîskar) ebêjên derbarê pevçûna bi Evdî û yekîneyên leşkerî yên Osmanî re].
  21. BOA, Y.MTV. 122/55, H. 24. 11. 1312
  22. BOA, Y.MTV. 122/55, H. 24.12.1312
  23. Hevpeyvîna dîroka devkî li Gundê Qerxebazarê (xebata qadê ya nivîskar)
  24. Üsküdar Üniversitesi, “Müşir Zeki Paşa (1830 - 1924)”, Lînk: https://rinap.uskudar.edu.tr/uploads/site/6/content/files/musir-mehmed-zeki-pasa.pdf
  25. Vebêjer, Abdulbaki Demiralp
  26. Hevpeyvîna dîroka devkî ya Gundê Qerxebazarê (xebata qadê ya nivîskar)
  27. Hevpeyvîna dîroka devkî ya Gundê Qerxebazarê (xebata qadê ya nivîskar) irina Evdî].
  28. BOA, Y.EE, 139/67
  29. Hevpeyvîna dîroka devkî ya Gundê Qerxebazarê (xebata qadê ya nivîskar) êşeya milkîyeta axê].
  30. Sedat Ulugana, Kürt-Ermeni Coğrafyasının Sosyopolitik Dönüşümü (1908-1914). Halîdiler, Hamidiyeliler, Bedirhaniler ve Taşnaklar. İstanbul: İletişim, 2022, r. 171
  31. Ulugana, r. 171
  32. A.K.D
  33. A.K.D
  34. A.K.D
  35. Eric J. Hobsbawm, İlkel İsyancılar: Arkaik Toplumsal Hareketler Üzerine İncelemeler, İstanbul: İletişim, 2008
  36. Eric J. Hobsbawm, Sosyal Haydutlar, İstanbul: Agora, 2003
  37. Robert Olson, Kürt Milliyetçiliğinin Ortaya Çıkışı ve Şeyh Said İsyanı, 1880-1925, İstanbul: Avesta, 2025